YPJ: Bûn sembola berxwedan û welatparêziyê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastin Jinê-YPJ nasnameya 2 fermandarên YPJ ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne eşkere kir.
YPJ’ê diyar kir ku Fermandarên YPJ Ronahî Gewda û Sara Tîrêj li hemberî dagirkeran bi biryardarî sekinîn û bûn sembola rihê welatparêziyê.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê diyarkir ku di êniyên şer yên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Berxwedana Rûmetê de Fermandarên YPJ Ronahî Gewda û Sara Tîrej şehîd bûne.

YPJ diyarkir ku Fermandara YPJ Ronahî Gewda ku di temenekî ciwan de tevlî nav refên şoreşê bûye salên dirêj di nav têkoşînê de maye û ji bo hişmendiya jiyana azad diyarî jinan û gelan bike têkoşiyayê.

YPJ ji bo Şehîd Ronahî Gewda weha got: “Bi dilpakî, girêdana hevaltiyê timî di jiyana xwe de, ji rêhevalên xwe re mînak bû. Gelek taybetmendiyên jinên şoreşger û tekoşeran di kesayeta xwe de ava kiribû û.”

YPJ ji bo Fermandara YPJ Sara Tîrej jî diyar kir ku li hemû şer û pêngavên zexmet yên şoreşa Rojava de cîh girt, li dijî tarîtiya DAIŞ’ê têkoşîneke mezin da û weha got:

“Di şerê li Efrîn û Şehbayê de cih girt, bi cesaret û fedekariya xwe bû mînaka rihê berxwedêr. Tevî ku di şerê li Şehba yê çavekî xwe winda kir, ti carî ev li pêşiya tekoşîna xwe nekir asteng.”

YPJ’ê dest nîşan kir ku Fermandarên YPJ Ronahî û Sara bi vîn û biryardariyeke xurt li dijî dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk sekînin û bûn ruhê pêşengiya demê û sembolên Berxwedana Rûmetê.

YPJ ji malbatên her du şehîdan, tevahiya gelên Kurd û hemû jinên têkoşer re sersaxî xwest û destnîşan kir ku wê têkoşîna şehîdan bi serketinê tacîdar bikin.

Nasnameya şehîdan wiha  ne:

*****

Nasnav: Ronahî Gewda

Nav û Paşnav: Ceylan Aşkan

Navê Dayik: Remziye

Navê Bav: İslam

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê – 11.10.2019

*****

Nasnav: Sara Tîrêj

Nav û Paşnav: Sakîna Mıhemed

Navê Dayik: Henîfe

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Şehadetê: Girê Spî-  13.10.2019

Leave a Reply

Back to top button