MSD: Li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin

Meclisa Sûriya Demokratîk bi boneya 5. salvegera Roja Kobanê ya Cîhanî daxuyanî da û diyar kir ku 1’ê Mijdarê berhemek ji berxwedana dîrokî ya şerê rûmetê ya li bajarê Kobanê ye ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk hat.

MSD’ê diyar kir ku di encama berxwedana dîrokî ya Kobanê de hemû gelên cîhanê bi Kobanê re bûn yek û Kobanê bû sembola berxwedan û aştiyê.

MSD’ê pêşengiya jinê ya di berxwedana Kobanê de jî destnîşan kir û şehîd Revan û Arîn Mîrkan bibîranî.

MSD’ê diyarkir ku îro careke din Rojava bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û hevkara wê dewleta Tirk re rû bi rû ye û gefên Erdogan ku di salvegera berxwedana Kobanê de dike şermezar kir.

MSD hewldanên dewleta Tirk weke hewldanên bi xeter yên qirkirin û zindîkirina DAIŞ’ê bi nav kir û ji bo civaka navnetewî, NY û raya giştî ev bang kir:

Em bang li civaka navdewletî dikin ku, li hember êrişên dewleta Tirk bisekine, parastina sînor bike, herema ji firîne re qedexe ava bikin û qirkirina etnîk bi dawî bikin. NY û rexistinên mirovî jî divê pêşî li guhertina demografîk bigirin, planên nijadperest red bikin.”

Leave a Reply

Back to top button