EMERÎKA HERDU ALIYÊN ŞERÊ LI YEMENÊ VEXWENDIN DANÛSTANDINAN

Rêveberiya DYEyê ji bo ragihandina agirbestê li Yemenê bangawaziyek kir.

Wezîrê karên derve yê DYEyê James Mattis xwest ku dawî li şerê ku ev 3 sal in dewam dike, were.

Rêveberiya Emerîkî banga ji nû ve despêkirina danûstandinên ku di meha Îlona borî de hatibû rawestandin kir.

Cîgirê berdevka wezareta karên derve yê DYEyê Robert Palladino ji tevgera Husiyan xwest ku êrîşa fûzeyan û balafirên bê pîlot li dijî Siûdiyê û Îmaratên Yekbûyî yên Ereban rawstîne.

Her wiha ji koalisyona di bin serkêşiya Siûdiyê de jî xwest ku êrîşên xwe yên ezmanî li dijî deverên ku sivîl tê de jiyan dikin rawestîne.

Li gorî çavkaniyan, xuyaye ku herdu aliyên şer ji agirbestê û ji nû ve despêkirina danûstandinan re amade ne.

Tê payîn ku wê danûstandin di nava vê mehê de werin despêkirin.

Leave a Reply

Back to top button