Wezareta Derve ya Emerîkayê: Tevî têkçûna DAIŞ’ê, xeteriya wê berdewam e

Wezareta Derve ya Emerîkayê diyar kir tevî rêveberiya Emerîkayê têkçûna DAIŞ’ê ragihand û serçeteyê wê kuşt, hîna belavbûna metirsya çeteyên DAIŞ’ê li cîhanê berdewam e.

Di rapora salane ya wezareta derve ya Emerîkayê derbarê têkoşîna li dijî terorê de hat destnîşankirin ku tektîkeyên ku terorîstan di sala 2018an de bikar tanîn pêş ketin û vegera van terorîstan, wekî DAIŞ’ê ji welatên wan re metirsîdar e.

Birêveberiyê Karûbarên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê Nasan Sîliz, ku rapor ji hêla ofîsa wî ve hatiye amadekirin got:
Tevî jidestdana DAIŞ’ê ji tevahiya rûbera ku di bin destê wê de bû jî, hîna hêza DAIŞ’ê ya jinûveger heye, nemaze bi riya çalakiyên ku pêk tîne.

Li gorî serjimara ku di raporê de hatiye, li 84 welatên cîhanê û derdora 85 ji sedî ji Rojhilata Navîn, Başûrê Asiyayê û herêmên Ifrîqiyayê li Başûrê beyabanê operasyonên terorîst pêk hatine.

Piraniya van operasyonên terorîst li Sûriyê, Efxanistan, Iraq, Pakistan û Yemenê pêk hatine.

Her wiha li gorî raporê, li tevahiya cîhanê bêhtirî 8 hezar operasyonên terorîst pêk hatine.

Ku di encamê de bêhtirî 32 hezar kuştî û birîndar çêbûne.

Li gorî raporê welatê Îranê, welatê herî li pêş di piştgiriya terorê de ye.

Leave a Reply

Back to top button