Doktor Abbas Mansoûran: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar anî

Doktor Abbas Mansoûran diyarkir ku dewleta Tirk fosfora spî û çekên kîmyewî yên din bikaraniye. Doktorê ji Swêde anî anî ziman ku li gorî lekolînên li ser birîndarên li nexweşxaneya Hesekê kirine, bikaranîna çekên kîmyewî bi awayekî zelal testpît kirine.

Dr. Abbas Mansoûran ku bi xwesteka xwe ji bo piştgiriya tibî ji Swêdê hatibû Rojava, encamên lêkolînên xwe yên li ser kesên ku di 13’ê Cotmehê de ji ber êrîşên artêşa Tirk birîndar bûn eşkere kir.

Dr. Mansoûran anî ziman ku li bedena mirovên ku di 13’ê Cotmehê de rakirin nexweşxaneyê şopên fosfora spî hebû û anî ziman ku yên mîna Dense Inert Metal Explosive (DIME) hin çekên kîmyewî yên cuda jî hatin bikaranîn.

Dr. Mansoûran diyar kir ku ji Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din tevî zarokan nêzî 30 kesên ku ji ber çekên kîmyewî birîndar bûn rakirin nexweşxaneya li Hesekê.

Dr. Mansoûran destnîşan kir ku birînên wan gelekî giran bûn û nedişibiyan birînên ji rêzê yên bi çekê.

Dr. Mansoûran anî ziman ku fosfora spî tevî şewata giran a li hestiyan her wiha zerara kujer dide dil, kezeb û gurçikê û yekser bandorê li cegerê jî dike.

Dr. Abbas Mansoûran her weha destnîşankir ku praniya kesên birîndar sivîl bûn û praniya kesên ku wan re axiviye gotine ev çek li cihên cuda ji balafirên bêmirov hatine avêtin.

DOKTORÊ SWÊDÎ MANSOÛRAN: BIRÎN ÊN ÇEKA FOSFORA SPÎ NE Û KUJÊR IN

Dr. Mansouran hin encamên lêkolînên xwe weha rêzkirin:

Birînên wan reş, kûr û deqên mezinahiya wan ji hev cuda bûn.

Deqên parçeyên bombeyan ên ketin bin çermê mirovan çerm nepinandin.

Hin ji birîndaran nikarîbûn bi hêsanî bêhnê bistînin.

Hin ji qurbaniyan ling û destên xwe winda kiribûn.

Hin qurbaniyan nekarî bibihîzin.

Şopa dû ya li ser bedena wan dişibiya toza komirê.

Herî kêm 6 nexweşan gotin ku çavên wan şewitî.

Şopeke ku nîşan bide birîn ji ber lêketina parçeyekî rû da nebû.

Li gelek nexweşan birînên mîna ji ber teqîna mayinan rû didin hate dîtin lê şopa şarapnelê qet nebû.

Li gelek nexweşan enfeksiyonên gelekî metirsîdar rû da ku bakteriyên super ên mîna MRSA dibin sedem.

Li gorî Dr. Mansoûran bombeyên hatin bikaranîn şarapnelên biçûk ên ji 1-2 mîlîmetreyî bûn ku ji tozên metalên giran kobalt, nîkel û volframê pêk dihatin.

Dr. Mansoûran diyar kir ku birînên ji ber DIME dişibe birînên ji ber çeka ji fosfora spî û destnîşan kir, ku piranî birînên kujer in.

Leave a Reply

Back to top button