Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku beşdarbûna çalakiyên Roja Cîhanî ya Kobanê û Rojava ji bo terorîstan û hevkarên wan re dibe bersîvek xurt.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji bo 1’ê mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî û 2’ê Mijadarê Roja piştgiriya bi Berxwedana Rojava re li ser hesabê xwe yê tiwîtterê peyam da.
Ebdî got, “Beşdarbûna mezin di Roja Cîhanî ya Kobanê û Rojava de, dibe nîşana wefadariya hemû gelên dost ji bo cangorî û têkoşîna gel.”
Ebdî diyar kir ku şervanên QSD’ê li dijî terorê şer kirin da ku cîhan bibe cihek aram û ewle.
Ebdî destnîşan kir ku beşdarbûna bêhempa ya vê rojê dibe ji hemû terorîstan û hevalbendên wan re dibe bersîvek xurt.