Partiya Komunîst a Kurdistanê, weke helwestek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, banga baykotkirina malên Tirkî kir.
Partiya Komunîst a Kurdistanê bi daxuyaniyekê sûcên şer, dagirkerî, qirkirin û talan kirina dewleta Tirk ku li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê dike şermezar kir.
Partiyê destnîşan kir ku ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin berxwedana gel di vê çarçoveyê de ew ê kel û pelên dewleta tirk a dagirker boykot bikin.
Partiya komunîst weke helwestek li dijî dagirkerî û kiryarên dewleta Tirk bang li hemû gelên li Bakûr û Rojhilatê Suriyê kir ku malên Tirkiye boykot bikin.
Her weha Partiya Komunîst a Kurdistanê bang li hemû civak û saziyên navnetewî kir ku dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin.



