Kesayetên siyasî yên cîhanê piştgirî dan Rojava

Nûnerên gelên xwecihî û tevgerên civakî yên ji welatên cuda yên dinyayê bi nameyeke hevbeş banga piştgiriya Rojava kirin.

Kesayetên ji welatên cuda nameyek ji Rojnameya The Guardian re nivîsîn û diyar kirin ku bi êrîşên dewleta Tirk re tevî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, nirxên mirovahiyê jî di metirsiyê de ne.

Kesayetên siyasî di nameya xwe de diyar kirin ku Serokkomarê Tirk Erdogan tevî ‘agirbestê’ jî bi çekên kîmyewî û hemû teknîkên di destê xwe de qirkirinê dike û tevî çeteyên xwe sivîlan dikuje.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku dewletên mîna DYE, Rûsya, Brîtanya, Fransa û yê din bi destûrdayîna dagirkeriya dewleta Tirk hiqûqa navnetewî û Peymana Cenevreyê bin pê kirine û hiştine ku Tirkiye paqijiya etnîkî bike.

Kesayetên siyasî bal kişandin ser jiyana hevbeş ya pêkhateyên kurd, ereb, Suryan, Asûrî, Êzîdî û Tirkmenan û anîn ziman ku Rojava ji bo xirxên mirovahiyê yên hevbeş têdikoşe û armanca dewleta tirk jî têkbirina şoreşa Rojava ye.

Di nameyê de her weha firotina çekan ji bo Tirkiyê jî şermezar kirin û ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûrî bang li her kesî kirin ku rabin ser piyan.

Leave a Reply

Back to top button