Koma 12’emîn ya ciwanên Başûr tevlî Berxwedanê bûn

Li Başûrê Kurdistanê koma 12’emîn a ciwanan li dijî êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyê, berê xwe dan Rojava û tevlî ‘Berxwedana Rûmete’ bûn.

 

Li gel koma dawî, hejmara ciwanên ku tevlî berxwedanê bûne, derket 83’an.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûrî banga serferberiyê li gelê kurd kir.

Di vê çarçoveyê de ciwanên Başûr jî ji bo tevlîbûna berxwedana li dijî dagirkeriyê bibin berê xwe didin Rojava.

Ji derveyî komên ciwanan ku hatine, gelek ciwan jî bi însiyatîfa xwe berê xwedane rojava û niha li dijî dagirkeriyê di çeperên berxwedanê de ne.

Leave a Reply

Back to top button