Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku li ser daxwaza Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî yên di nava QSD’ê de, wê Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Aşûrî berpirsyariya ewlehî û leşkerî ya Çemê Xabûrê bigirin ser xwe.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê der barê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ’ê Cebhet El-Nusra de ku li dijî herêma Çemê Xabûrê pêk tên daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê wiha ye:
Têkoşîna QSD’ê ya li dijî êrişên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêma Xabûrê ku ji gundên Suryan û Aşûriyan ên li derdora bajarokê Til Temirê pêk tên, berdewam e.
Li ser daxwaza Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî yên di nava QSD’ê de, wê Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Aşûrî berpirsyartiya ewlehî û leşkerî ya Çemê Xabûrê pêk bînîn.
Li gor vê yekê wê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî li hemû xetên pêş bên belavkirin.