The Times: OPCW lêpirsînkirina Tirkiye red dike

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW, ku berî niha diyarkiribû ku wê li Bakûr û Rojhilatê Sûrî bikaranîna çekên kîmyewî yê Tirkiye lêkolîn bike niha vê red dike.
Rêxistinê berî niha ji diyarkiri bû ji bo mijarê lêkolîn bikin komîteyek ji pisporan bişîne ku daneyên çekên kîmyewî kom bikin.
Tevî ku beriya niha diyar kiribû ku agahiyên wê der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk ji çekên kîmyewî di êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî de hene, Rêxistina Qedexkirina Çekên Kîmawî, lêpirsîna derbarê mijarê de red dike.

Di êrîşên dewleta Tirk a yê li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî de bikaranîna çekên kîmyewî ketibû rojevê û gelek kesên pispor jî diyar kiribûn îhtîmaleke mezin çeka kîmyewî ya dewleta Tirk bikaraniye fosfora Spî ye.

Li ser vê yekê Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW jî berî du hefteyan diyarkiribû ew ji bûyerê agahdar e û ji bo vê lêkolîn bike wê pisporan bişîne ku hem bi mexdûran re biaxive hem jî belgeyan kom bike.

Lê belê Rojnameya Birîtanî The Times ragihand ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî lêpirsîna der barê bikaranîba çekên kîmyewî ya Tirkiye de red dike.

Li gorî Rojnameyê, Rêxistin îdîa dike ku ev çekên hatine bikaranîn ne kîmyewî ne û ev yek ne karê wê ye.

Her wiha Rojnameya The Times li ser zimanê hin pisporên bikaranîna çekên kîmyewî destnîşan kir ku ev helwesta Rêxistina Qedexkirina Çekên Kîmyewî, di encamê zextên NATO’yê yê li ser Rêxistinê encam daye.

Ji aliyê din ve piştî ku bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiye kete rojavê, di 17’ê Cotmehê de Sefîre Bilind yê Tirkiyê yê Laheyê Şaban Dîşî

Nemaze Civîna Bilind a NATO’yê di meha Kanûnê de li Londonê tê lidarxistin û bi destpêkirina lêpirsînê der barê çekên kîmyewî de, di navbera Washington û Enqereyê de wê nebaweriyê kûrtir bike.

Rojava’da kimyasal silah kullanıldığı iddialarını araştıracağını açıklayan Kimyasal Silahların Yasaklanması Örgütü’ne (OPCW) Lahey Büyükelçisi Şaban Dişli tarafından 17 Ekim’de 30.000 Euro bağış yapıldığı ortaya çıktı.

Leave a Reply

Back to top button