Parêzeran ji bo wergirtina Jin û Zarokên DAIŞ’î yên girtî li dijî Hollandayê doz vekir

Li Hollandayê ji bo wergirtina jin û zarokên DAIŞ’î yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne, doz li dijî hikumetê hate vekirin.

Parêzerên Hollandî Andrê Sîbirgîtiş û Tom dî Bûyer ji bo wergirtina 23 jin û 56 zarokên DAIŞ’î ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî di girtîgehan de ne, li dijî Hikumeta Hollandayê dozek vekirin.

Televizyona Holendî N O C li ser zimanê herdu parêzeran diyar kir ku niha dem guncaw e ku jin û zarokên Hollandî yên girtî bên wergirtin.

Ji aliyê xwe ve rojnameya Holendî De Volkskrant destnîşan kir ku Rêveberiya Ewlekarî û Têkoşîna li dijî Terorê li Hollandayê hişyarî daye hikumeta Holendî û gotiye:

Ji bo ewlehiya netewî ya Hollandayê wergirtina jin û zarokên DAIŞ’î baştir e ji mayîna wan li dervî sînorê welêt.

Hefteya borî jî Dozgeriya Giştî ya Hollandayê ji hikumetê xwestibû ku çeteyên DAIŞ’î yên Hollandî li Bakur û Rojhilatê Sûrî werbigre, lê hikumetê red kiribû.

Leave a Reply

Back to top button