MSD’Ê: SERKEFTINA KOBANÊ SERKEFTINÊN MEZIN BI XWE RE ANÎ

Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê daxuyanî da.

Di daxuyaniyan de berxwedana Kobanê hat bibîranîn û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên Kobanê û Girê Spê hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li civaka navnetewî hat kirin ku helwesta xwe li hemberî van êrîşan nîşan bide.

 

Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê û Kongra Star daxuyanî dan.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên Kobanê û Girê Spê şermezar kir û got, ev êrîş xizmeta terorê dike.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Sûriya Demokratîk bang li civaka navneteweyî kir ku helwesta xwe li hemberî van êrîşan zelal bike û xebatên xwe ji bo peydakirina çareseriya siyasî li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an û avakirina komîteya destûrî bêyî ku tu alî bêne paşguhkirin, zêde bike.

Leave a Reply

Back to top button