DEM Partî civîna xwe ya Meclisa Partiyê lidarxist

DEM Partî encamnameya civîna xwe ya Meclisa Partiyê ku lidarxist eşkere kir.
DEM Partiyê diyar kir ku nexşerêya hilbijartinan derketiye holê û hate gotin, “Em amade ne bi herkesî re danûstandinan bikin.
Em ê şaredariyên gel ên ku bi qeyûman hatine desteser kirin careke din ji wan bistînin.”

31’ê Adarê ya 2024’an li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê wê hilbijartinên herêmî û xwecihî bên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de xebat û amadekarî bê navber dewam dikin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan-DEM Partî civîna xwe ya Meclisa Partiyê lidarxist.

Encamnameya civîn 15 û 16’ê Kanûnê pêk hatî, hate eşkere kirin.

Encamnameya civînê hat eşkere kirin

Hate diyar kirin ku di civînê li ser gelek mijarên mîna çareseriya pirsgirêka Kurd, tecrîda li ser Rêber Apo, aloziyên li Rojhilata Navîn û Tirkiyê û hilbijartinên herêmî niqaşên berfireh hatine kirin û wiha hate gotin;

“Nexşerêya hilbijartinên rêveberiyên herêmî derketiye holê.

Bi girankirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan re pirsgirêkên li Tirkiyê jî girantir dibin.

Weke DEM Partî heta tecrîd ji holê bê rakirin wê têkoşîna me roj bi roj mezintir bibe.

Hê jî hêviya me ya ji bo avakirina Komara Demokartîk mezin e.

Înkarkirina pirsgirêka kurd, înkarkirina gelekî û maf û statûya wan e.”

Hin xalên ku di civînê de derketine pêş ev in:

  • Em amade ne bi hemû derdorên ku lihevkirina demokratîk, siyaseta azad, mafên mirovan ên gerdûnî û azadiya jinê esas digirin re danûstandinan bikin.
  • Encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2024’an wê bandoreke mezin li herêm û Tirkiyê bikin. Di vê hilbijartinê de partiya me diyarkere.
  • DEM Partî xwe weke partiyeke têkoşînê û muzakereyê dibîne. Xeta me ya stratejîk û sereke Rêya 3’yemîne. Ev rê, xwedî derketina li çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û xwedîderketina li azadiya gel e.
  • Ji bo ku em dîsa bi vîna gel birêve bibin, em ê bi stratejiya xwe şaredariyên ku bi qeyûman hatine desteser kirin ji wan bistînin.
  • Di civîna me ya Meclisa Partiyê de meyla ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de em bi namzet û lîsteyên xwe bikevin rêveberiya bajar hê xurtir bû.
  • Em ê destûrê nedin tu hevkêşeyên ku ne li gorî berjewendiyên gelê me bên avakirin. Em ê bi biryara xwe û bi hevkêşeya stratejîk a ku em ava dikin bi serbikevin.

Dem Partî: Şikandina tecrîdê ji bo me xwedî girîngiyek jiyanî ye

Back to top button