EM Ê BIBIN AGIR Û HER KESÊ KU ÊRÎŞÎ GELÊ ME DIKE BIŞEWITÎNIN

Meclisa Ciwanên Mibicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin.

Daxuyanî li stada Beledî ya li navenda bajarê Minbicê ji aliyê hevserokê Meclisa Ciwanan Selah Cuma ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Em kiryarên Tirkiyê yên li ser xaka bakurê Sûriyê pêk tînin, şermezar dikin û dibêjin ku Tirkiyê tehemul nake ku ewlekarî li herêmên bakurê Sûriyê hebe.”

Meclisa Ciwanan diyar kir ku ew ê li dijî hemû êrîşên li ser xaka Sûriyê yek bin û bê deng namînin.

Meclisa Ciwanên Mibicê dewleta tirk a dagirker hişyar kir û got;

Ew ê bibin agir û her kesê ku êrîşî herêmên jiyana hevbeş bikin bişewitînin.

Leave a Reply

Back to top button