Mustefa Balî: Bi êrîşan, dixwazin gel axa xwe berde

Piştî êrîşa li Girê Spî Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD’ê Mustefa Balî diyarkir ku bi bombeya ku Girê Spî teqiya dixwazin ku gel cih û warên xwe biterikîne û demografiya herêmê biguherînin.

Li Girê Spî êrîşek bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD’ê Mustefa Balî, li ser hesabê medya civakî de bal kişand ser êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Girê spî.

Ballî destnîşankir ku berpiryarê vê teqînê dewleta Tirk e û divê cîhan qanix bibe ku ti ferqa dewleta Tirk û DAIŞ’ê nîne.

Ballî weha got: “Bi vê yekê dixwazin mirov axa xwe vala bikin û rê li pêş guhertina demografiyayê vekin. Ev yek perçeyekî plana bi rêk û pêk e. Hemû axa ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin her roj dibe şahidê kemînên bombeyan.”

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê derbarê bûyerê de daxuyanî dabû û îdîa kiribû ku YPG/PKK ev teqîn pêk aniye.

Leave a Reply

Back to top button