Namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko bi ser ket

Li Iraqê piştî 10 salan hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê hat lidarxistin. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 41 bû. Li Kerkukê YNK’ê karibû 5 kursiyan bigere.
Li parêzgeha Nînowayê jî namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko bi ser ket.

Li parêzgeha Nînowayê jî namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko bi ser ket.

Li gorî encamên daxuyaniya komîsyonê, namzetê PADÊ yê bi ser lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê Qasim Keşko, di rêza duyemîn a lîsteya giştî de ji bo encûmena parêzgeha Nînowayê hate hilbijartin.

Li ser asta Iraqê jî Tevgera Sedir bi rêjeya dengê herî zêde 72 kursî girti.

Lê heta niha ev rêjeya dengan ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ve nehatiye erê kirin.

Di hilbijartina encûmena parêzgehan de 69 gilî hatin kirin

Li gorî Berdevkê Komisyona Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelaî heta niha 69 gilî ji bo dengdana giştî û taybet ya ji bo hilbijartinên encûmenê parêzgehan hatine qeydkirin.

Back to top button