NY komkujiya dewleta Tirk êrê kir

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk gel, rêxistin, partî û civaka netewî di her banga xwe de ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku qirkirin û sûcên şer yên dewleta Tirk rawestînin. Lê belê eşkere dibe ku Neteweyên Yekbûyî jî piştgirî dide komkujî û qirkirina dewleta Tirk. Sekretere Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres piştî ku doh li Stenbolê bi serokkomarê faşîst ê Tirk Erdogan re rûnişt bi daxuyaniyeke ev komkujî bi awayekî sergirtî erê kir. 

Piştî ku duh Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gutterres, li Stenbolê bi Erdogan re rûnişt, NY bi awayekî sergirtî polîtîkaya qirkirinê û guhertina demografîk a dewleta Tirk erê kir.

NY bi daxuyaniyekê diyar kir ku di vê hevdîtinê de planên der barê herêma dagirkirî ya li Bakurê Sûrî de hatine nirxandin.

NY her wiha anî ziman ku ew ê plana şandina koçberên Sûrî ya bi navê herêma ewle ku li erdên Suriyê yên dagirkirî çêbikin, lêkolîn bikin.

Sekreterê NY Gutterres di hevdîtinê de anî ziman ku ji bo wan, a girîng ew e ku divê koçberên li Tirkiyê bi awayekî dilxwaz, ewle û birûmet vegerin.

NY QANÛNÊN NAVNETEWÎ JI NEDÎTÎ VE TÊ

Lê belê tevî ku ev plana dewleta Tirk a piştî qirkirina gelan û guhertina demokrafîk, dixwaze li ser erdên dagirkirî yên xaka Sûriyê bixe dewrê, li dijî qanûnên navdewletî û peymanên mafên mirovan ên gerdûnî ye, Sekreterê NY ev ji nedîtî ve hat.

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ku di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî da destpêkirin, ji ber li derveyî qanûnên navdewletî ne, li tevahiya cîhanê rastî nerazîbûnan tê.

Tirkiye ku şerê xwe yê dagirkeriyê bi hevkariya DAIŞ’ê û çeteyên El Nusrayê dike, plan dike li vê herêma bi navê ewle, malbatên çeteyên selefî bi cih bike.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî jî destnîşan dike ku Tirkiye dixwaze koçberên Sûriyê yên li welatê xwe bi zorê bişîne welatê wan.

Rêveberiya Xweser jî di daxuyaniyên xwe de bal kişandibû ser vê plana dewleta Tirk û destnîşan kiribû ev paqijiya nijadî, qirkirin û guhertina demografiyê ye û ew ê bi ti awayî vê yekê qebûl nekin.

Leave a Reply

Back to top button