Hêzên YJA Starê li Zapê dagirkerek ceza kir

HPG’ê ragihand ku gerîlayên YJA Starê li Zapê dagirkere ceza kir.
Artêşa Tirkiyê a dagirker jî 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî êrîş kir.
Li aliyê din Gerîla Tv navên leşkerên ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed de hatin cezakirin, eşkerekir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên navbera 15-19’ê Kanûnê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê li Herêma Rojavayê Zapê gerîlayan gelek caran derb li dagirkeran dan û tevgera wan rawestandin.

Hêzên YJA Starê jî li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekwaniyê dagirkerek cezakirin.

HPG’ê diyar kir ku li herêma Xakurkê jî gerîlayan destwerdanî helîkopterên dagirkeran dane û ew neçar man ji qadê biçin.

5 Caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla hatine bombebarankirin

Her wiha têkildarî êrişên bi çekên kîmawî jî ev agahî hatin dayîn.

Di navbera 15 heta 19’ê Kanûnê, artêşa dagirker 5 caran bi çekên kîmyewî, 7 caran jî bi balafirên şer herêma Zap, Metîna û Xakurkê bombekirin.

Li kêleka vê, bi çekên giran jî herêm hatine topbarankirin.

Back to top button