Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, encamên êrîş û şerên ku di 24 saetên dawî de rû daye bi daxuyaniyeke eşkere kir.
QSD’ê diyarkir ku şervanên QSD’ê bersîv dane êrîşan û di encamê van şeran de herî kêm 15 çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, bi daxuyaniyeke nivîskî encama şerê Berxwedana Rûmetê yê di 24 saetên dawî de rû daye eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:
Li eniya Zirgan û Til Temirê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran û balafirên bê mirov hewildan gundên Ingel-Hewa, Til El-Werd, Xirbe Dibs, Bab El-Fereş, Til Mihemed û Ûm El-Îşba dagirbikin û pêş de werin.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de şer derket.
Li gelek qadan şerên demdirêj qewimîn û di encamê de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 wesaîtê leşkerî jî hatin rûxandin.
Li eniya Eyn Îsa û Kobanê jî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya xwe berfireh bikin û rêka M4 têxin bin kontrola xwe êrêşî gundên Xirbet Faris, Boxaz Sêgir, Şêrgirad û Mesûdiyê kirin.
Şervanên QSD’ê piştî ku bersîva êrîşê dan şer derket û li gelek qadan hejmarek çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin.
Lê hejmara kuştî û brîndaran nehat zelalkirin.
Bi giştî di şerê 24 saetên dawî de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 wesaîtên leşkerî û maşîneyek kar harin rûxandin.
QSD’ê diyarkir ku di vê berxwedanê de 8 şervanên wan brîndar bûne.