Îlham Ehemd:Divê çekên dewleta Tirk bikartîne lêpirsîn bikin

Seroka desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed banga kir ku çekên dewleta Tirk li Bakûr û Rojhilatê Suriyê bikartîne werin lêpirsînkirin.

Îlham Ehemd diyarkir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî de çekên Emerîkî û çekên qedexekirî bikartîne û xwest li ser vê mijarê lêpirsînek were vekirin.

Îlham Ehmed da xuyakirin ku divê çavdêriyek li ser çekên ku dewleta Tirk bikar tîne pêk were û yekser firotina çekan ji Tirkiyê re bê qedexekirin.

Her wiha Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed teqîna ku doh li Girê Spî rû da jî şermezar kir û tekez kir ku çeteyên dewleta Tirk li paş van kiryaran in.

Îlham destnîşan kir ku dewleta Tirk bi kiryarên bi vî rengî, dixwaze herêmê ji şêniyên resen vala bike, tevlihevî û guhertina demografîk pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button