Şirketa “VW”: Heya êrîşên dewleta Tirk ranewestin em ê fabrîkeyeke nû li tirkiyê venekin

2 sendîkayên mezin ên ku xebatkarên koma Volkswagen ya Alamanî temsîl dikin, diyar kirin ku heta dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Rojava bidome wê nehêlin ku şirket li Tirkiyê fabrîkeyeke nû çêbike.

Serokê komîteya şirketa “VW” û endamê konseya şopandinê ya şirketê Bernd Osterloh, ji rojnameya Bloombergê re axivî.

Bernd Osterloh got,

Heta Tirkiye bixwaze bi rêbazên leşkerî û bi darê zorê xwe bigihîne hedefên xwe yên siyasî, wê nûnerên karkeran hemû dengdanan veto bikin.

Ji ber nerazîbûna li hemberî dagirkeriya Tirkiyê Volkswagenê diyar kiribû ku wan plana xwe ya sazkirina fabrîkeyeke nû ya li Tirkiyê dane sekinandin.

Şirketa Almanî a mezin ku çêkirina tirimpêlan de ya herî mezin e, wê li Manîsayê ev fabrîke vebikira.

Armanca fabrîkeyê ev bû ku salê 300 hezar wesayît çêkiriba û bi vê yekê Tirkiyê têketa nav bazara Rojhilata Navîn.

Leave a Reply

Back to top button