Şervanên QSD’ê wesaîteke çeteyan teqandin

Berxwedana Rûmetê 26 roj in li dijî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dike. Li gundên Serê Kaniyê û Zirganê şerekî giran rû dide. Şervanên QSD’ê li gundewarê Til Temirê wesaîteke zirxî ya dagirkeran teqandin û gundê Xirbet Beger ê başûr rojavayî Girê Spî ji çeteyan paqij kiirn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên navçeya Til Temirê didomînin.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Şervanên QSD’ê li derdora gundên Cemîliyê û Mehmûdiyê wesaîteke zirxî ya dagirkeran teqandin.

QSD’Ê BERSIV DA ÊRÎŞÊN LI SER RÊYA M4

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi armanca ku rêya duwelî (M4) ya di navbera navçeya Eyn Îsa û Girê Spî de qut bike êriş pêk anîn.

Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dan û şer demeke dirêj dewam kir.

Her wiha Nûçegihanê me Dilyar Cizîrî jî xwe gihand gundên Reşîdiyê û Um Kêf yên Til Temirê û rewşa dawî ya van gundan ragihand.

Leave a Reply

Back to top button