Endamê rêxistina ”Free Burma Rangers” di topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk a dagirker îro careke din sûcê şer kir û xebatkarên tendûristiyê hedef girt.
Endamê Rêxistina Free Burma Rangers a Emerîkî Zaw Senk di topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da û xebatkarekî tendûristiyê jî giran birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker karwana bijîşkên Rêxistina ”Free Burma Rangers” a Emerîkî kir hedefa êrîşên xwe.

Di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê de karwana bijîjkan rastî topbarana dewleta Tirk hat.

Di encamê de 2 endamên rêxistina tendûristiyê ya Emerîkî giran birîndar bûn û ew rakirin navçeya Til Temirê.

Lê belê xebatkarê tendûristiyê yê bi navê Zaw Senk ku ji Thailandê û 37 salî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina ”Free Burma Rangers” pisporiya veguhastina sivîl û birîndaran ji herêmên şer ber bi herêmên ewle dike.

Li gorî qanûnên navdewletî, hedefgiritina tîmên tenduristiyê sûcekî şer e.

Berî êrîşa li dijî bijîjkan pêk were di hesabên tora civakî yên çeteyên dewleta Tirk de jî xebatkarên tendûristiyê weke hedef hatibûn nîşandan.

Yek ji xebatkarên rêxistinê ku şahîdî li bûyerê bû destnîşan kir:

“3’ê vê mehê li devereke ji derveyî Til Temirê ku 4 km dûrî vir e çeteyan çend caran me topbaran kirin

Duh di heman deverê me 3 birîndar ji wir derxistin

îro jî em di saet 3 nîvro li wir bûn, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê herêm bombebaran kir û topek li nêzî tirimpêla me ket

û hevalê me Zaw Snk ku girûpa me ya tenduristiyê ye ku jiyana xwe ji dest de, di wê demê de dîmen digirtin

hevalê me di serê û pişat xwe de birîndar bû û paşê me bire nexweşxaneya Til Temirê

em spasiya Heyva Sor a Kurd dikin ku hewil dan hevalên me derman bikin”. 

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close