
Belê dema ev êrîşa dagirkeriyê pêk hat rêveberên heman rêxistinê li wir bûn. Endamê rêxistinê Davîd Yu-bank destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk berê jî wan hedef girtibûn û topbaran kiribûn. Yu-bank, çawa hedef hatin girtin û êrîş çawa qeximî ragihand.
3’ê vê mehê li devereke ji derveyî Til Temirê ku 4 km dûrî vir e çeteyan çend caran me topbaran kirin
Duh di heman deverê me 3 birîndar ji wir derxistin.
Îro jî em di saet 3 nîvro li wir bûn, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê herêm bombebaran kir û topek li nêzî tirimpêla me ket
Û hevalê me Zaw Sank ku girûpa me ya tenduristiyê ye ku jiyana xwe ji dest de, di wê demê de dîmen digirtin.
Hevalê me di serî û pişat xwe de birîndar bû û paşê me bire nexweşxaneya Til Temirê.
Em spasiya Heyva Sor a Kurd dikin ku hewil dan hevalên me derman bikin .