Rêxistina Free Burma Rangers şehadeta endamê xwe Zaw Senk ê di êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker de pişt rast kir û daxuyanî dan.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe weşandi de wiha got:
Em bi xemgîniyekê kuştina endamê xwe Zaw Senk radighînin.
Endamê mê 3’yê Mijdarê di encama topbarana artêşa Sûriyê ya Azad/ Artêşa Tirkiiyê de ya li dijî kombûneke me li wir ku birîndar derman dikir jiyana xwe ji dest da.
Şeva derbasbûyî 2’yê Mijdarê me 3 kes bi serkeftî rizgar kir.
Lê vê carê herêmeke 10 mîtreyan nêzî me hate hedefkirin.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wergervan û koordînatorê iraqê di topbarana dewleta Tirk de birîndar bû û hîna di nexweşxaneyê de û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Rêxistinê got:
Zaw Senk, bira û lehengek bû.
Li pey xwe hevjîna xwe Lono û keça xwe hişt a ku îro rojbûna wê ya yekemîn e.
Di dawiya daxuyaniyê de Rêxistina Free Burma Rangers tekez kir ku heta şer berdewam be ew ê piştgiriya xwe ya tenduristiyê bidomînin û gotina rast a derbarê bûyerê de bêjin.