Li ser riya duwelî herî kêm 20 çete hatin kuştin

Her wiha di bersivdayîna şervanên QSD’ê li hember êrîşên dagirkeriyê yên bi armaca qutkirina riya diwelî ya navbera Girê Spî û Eyn Îsayê de herî kêm 20 çete hatin kuştin.

Çeteyên dagirkeriyê bi armanca ku rêya duwelî (M4) ya di navbera navçeya Eyn Îsa û Girê Spî de qut bike duh êriş pêk anîn.

Li ji aliyê şervanên QSD’ê ve bersivên tund hatin dayîn û riya navdewltî îro ber banga sibehê ve hat vekirin û çete bi paş ve vekişiyane.

Di şerî de herî kêm jî 20 çeteyên dagirkeriyê hatin kuştin û 2 panzêr jî hatin teqandin û 2 erebêyên doşka kete destê şervanan.

Her wiha hin sivîl ku ketibûn destê çeteyan ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin.

Leave a Reply

Back to top button