RÛSYA Û TIRKIYÊ JI BO HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT LI HEV KIRIN

Dîplomatekî rojavayî ji rojnameya Şerq El-Ewsat re diyar kir ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirinek derbarê lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên serokatî û parlemana Sûriyê de di sala 2020’an pêk hatiye û rewşa Idlibê saleke din dê wekî xwe bimîne.

Li gorî biryara 2254’an divê çaksaziya destûrî û birêxistinkirina hilbijartinên serokatî û parlemanî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi beşdarbûna giştî welatiyên Sûriyê di 18 mehan de pêk were.

Lê girêka avakirina komîteya destûrî hê jî nehatiye çareserkirin û nakokiyên ji ber lîsteya namzetên komîteyê ku ji aliyê Staffan De Mistura ve hatiye amadekirin, hê jî dewam in.

24’ê Meha borî Wezîrê karên derve yê rêjîma Sûriyê Welîd El-Muelîm, De Mistura agahdar kir ku ew tu roleke Neteweyên Yekbûyî di avakirina lîsteya sêalî de qebûl nakin.

Leave a Reply

Back to top button