Li Swêdê 6 meleyên DAIŞ’ê serbest hatin berdan

Li Swêdê 6 çeteyên DAÎŞ’ê ku di meha Gulanê de hatibûn girtin, serbest hatin berdan. 

Polîsên Ewlehiya Swêdê, Buroya Koçberan, Dadgeha Bilind a Koçberan û Hikumeta Swêdê diyar kirin ku 6 meleyên DAIŞ’î ji bo hebûna wan xeteriyê li ser ewlehiya Swêdê çêdike, derheqê wan de biryar girtin ku wan dersînor bikin.

Dadgeha Bilind a Koçberan piştî biryara dersînorkirina 6 endamên DAIŞ’ê destşîşan kir ku, ji ber li welatên ku van melayan bişînin pirsgirêka ewlehiyê heye, nikarin van meleyan dersînor bikin û serbest bedan.

Li Swêdê koçberên ku derbarê wan de biryara dersînorkirinê heye dikarin li dijî vê derkevin û biryara dawî jî hikûmetê dide.

6 meleyên DAIŞ’î serî li hikumetê dan û xwestin biryara dersînorkirinê were rakirin.

Serbestberdana endamên DAIŞ’ê li Swêdê rastî nerazîbûnan hat.

Leave a Reply

Back to top button