Hikumeta faşîst a AKP’ê şaredariya Qoserê jî dagir kir

Tevî êrîşên dagirkerî, qirkirin û tunekirinê yên hikumeta faşîst a Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, li Bakurê Kurdistanê jî van kirinên xwe didomîne. Desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê piştî 14 şaredariyên ku dagir kirine, îro jî şaredariya Qoserê desteser kir. 

Wezareta Karên Hundir a Tirk, dest danî ser erka Hevseroka Şarêdariya Qoserê Nîlufer Yilmaz jî û di dewsa wê de qeymeqamê navçeyê Huseyîn Çam weke qeyûm danî.

Polîsan avahiya şarêdariyê ji doh ve dorpêç kiribûn û îro jî dagir kirin.

Hevseroka Şaredariyê Yilmaz, li dijî dagirkeriyê nerazîbûn nîşan da xwest bikeve avahiya şaredariyê, lê belê polîsên Tirk nehiştin.

Nîlufer Yilmaz ji polîsên Tirk xwest ku belgeya ku wê ji erkê wê dûr xistiye jê re ragihînin.

Lê polêsan bi awayekî eşkere armanca xwe ya dagirkirinê nîşan dan û gotin,

“Eger bêhiqûqî hebe hûnê vê çareser bikin û piştre bikevin hundirê avahiya şaredariyê. Dema roja wê hat hûn ê bibînin.”

Tevî şaredariya Qoserê heta niha 15 şaredariyên HDP ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatine dagirkirin.

Leave a Reply

Back to top button