Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin vegerin cih û warên xwe

Koçberên ji Serêkaniyê dixwazin vegerin malên xwe, lê çeteyên dewleta Tirk kesên ku vedigerin wan dikujin. Xelkê Serê Kaniyê dixwazin dewleta Tirk a dagirker ji cih û warên wan derkeve.

Piştî ku dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de dest bi êrîşên dagirker yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê kir, heta niha zêdetirî 300 hezar kes ji neçarî ji cih û warên xwe derketin û koçber bûn.

Piraniya koçberan li dibistanên li bajarê Hesekê hatine bi cihkirin.

Rêveberiya Xweser û hin rêxistinên mirovî yên Rojava alîkariya koçberan dikin.

Koçberên Serê Kaniyê destnîşan dikin ku armanca dewleta Tirk qirkirina etnîkî û guhertina demokrafîk e û dixwazin dewleta Tirk ji axên wan derkeve û bilez vegerin malên xwe.

Leave a Reply

Back to top button