Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk QSD’ê bi biryardariyeke xurt di nav berxwedanê de ye.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina mafê rewa de derbên xurt li artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê didin.
Navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê jî bi daxuyaniyekê encama şerê 24 saetên dawî eşkere kir û diyarkir ku 61 çete hatine kuştin û 4 erebeyên leşkerî jî hatine teqandin.
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ku li çeperên li Bakurê Sûriyê rû daye eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê;
Li êniya Til Temir:
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi çekên giran û hejmarek zêde êrîş birin li ser gundê Mehmûdiyê.
Her weha li gundên Kenher, El-Hecac, Derbo û El-Sîbatiya jî êrîş pêk hatin.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastine rewa de bersiva êrişan dan û şerên giran qewimîn.
Di encamê de 57 çete hatin kuştin, 22 çete brîndar bûn, 4 wesaîtên leşkerî, 3 panzer û motosîkletek hatin teqandin.
Piştî ku êrîşa çeteyan hate şikandin, artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û obusan herêm topbaran kir.
Li êniya Zirgan:
Artêşa Tirk a dagirker bi hêzeke mezin xwest êrişî gundên Xedir Avî, Til Hirmil û herêma di navbera Xirbet Cimo û Ingel El-Hawa bike û bi vê armancê konvoyek mezin şand van qadan.
Şervanên QSD’ê yekser bersiva van êrîşan dan û konvoya komên çete ji hev belav kirin.
Çeteyên dewleta Tirk neçar man seyareyên xwe bihêlin û birevin.
Li êniya Eyn Îsa:
Artêşa dagiker bi 3 tangan gundê Um El-Beramîl topbaran kir.
Şervanên QSD’ê jî weke bersîv li gundên Şêrgirad û Marûda li dijî komên çete çalakî pêk anîn û di encamê de 4 çete hatin kuştin û wesaîtek hate teqandin.
Artêşa Tirk a dagirker piştî wendahiyên xwe herêmê da bi obus û tangan topbaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê eşkere kir ku di nava 24 saetên dawiyê de bi giştî 61 çete hatine kuştin û 22 jî birîndar bûne.
4 wesaîtên leşkerî, 3 panzer û motosîkletek jî hatine teqandin, 61 çete hatin kuştin, 22 çete birîndar bûn
QSD’ê ragihand ku di berxwedana doh de 8 şervanên QSD’ê şehîd ketine û 11 jî birîndar bûne.