HRE: li Ezaz û Efrînê 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û Ezazê rêzeçalakiyên tolhildanê li dar xistin.
Di van rêzeçalakiyên de herî kêm 3 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê encamên çalakiyên xwe yên li Ezaz û Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê;

3`yê Mijdarê Hêzên Rizgariyê li gundê Vîla Qadî ya ser bi navçeya Şera li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek sekvanî li dar xistin ê di encamê de çeteyek hat kuştin.

Heman rojê Hêzên Rizgariyê li gundên Cilbirê û Basilê yên ser bi navçeya Şêrawa li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên 2 çalakiyên bi bandor pêk anîn. Lê belê encama her du çalakiyan jî nehat zelalkirin.

3’yê Mijdarê jî Hêzên Rizgariyê li gundê Kil Cibrîn a herêma Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sekvanî li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button