Partiyên Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk a Rojava şermezar kirin

Hizbên Kurdistanî yên Kerkûkê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk yên ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Li baregeha malbenda 6 ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, hizbên Kurdistanî yên Kerkûkê ji bilî PDK û Nifşê Nû, li ser asta peywendiyan civiyan û pişt re daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Berpirsê peywendî û ragihandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê a li Kerkûkê Faxir Hemîd got,

Hizbên Kurdistanî li ser êrîşên dewleta Trik yên ser rojavayê Kurdistanê, rewşa Iraq, xwepêşandanan û rewşa Kerkûkê civiyane.

Faxir anî ziman ku ew li ser van xalên jêr hem fikir bûn e.

1- Hemû hizbên Kurdistanî yên Kerkûkê bi tûndî êrîşên dewleta Tirk ya ser rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.

2- Em piştgiriya xelkê Rojava dikin û bang li Neteweyên yekbuyî dikin ku bi erkê xwe rabe.

3- Em piştgiriyê didin mafê rewa yê xelkê Iraqê û baldikişînin ser jiyana hevbeş ya navbera pêkhateyan de.

4- Em bang li hizbên Kurdistanî yên Kerkûkê dikin daku di demek zûde li ser hemû egerên pêşketinê yên li navçeyê bicivin.

5- Em bang li hikumta navendî dikin daku di demek zûde hebûna leşkerî ya kerkûkê dawî bîne û bajar radestî polîsên bajêr were kirin.

Leave a Reply

Back to top button