Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê nasnamiya endamekî xwe ku di encama teqîna mayînekê de li Til Hemîsê şehîd bû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şaneyên veşartî bi erebeyek hêzên wan li Navçeya Til Hemîsê kir hedef û wiha got:

Çeteyan mayînek di dema derbasbûna erebeya me de li çarêya gundê Akûlê yê rojavayê navçeya Til Hemîsê, teqand.

Di encamê de endamê me “Şêrko El-Reşo” şehîd û çend endamên me jî birîndar bûn.

Nasnameya şehîd wiha ye:

ŞÊRKO ÎBRAHÎM EL-REŞO

3 MIJDAR 2019

TIL TEMER

Leave a Reply

Back to top button