Hesen Qamişlo: Dewleta Tirk bi hevkarên xwe re hewil dide qirkirina kurdan bike

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Hesen Qamişlo ji Radyoya Dengê Rojava re axivî û bang li gel kir ku li dijî dewleta Tirk ku hewil dide Kurdan qir bike, yekîtiya xwe ava bikin û li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin.

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Hesen Qamişlo beşdarî bernameyeke taybet a Radyo Dengê Rojava bû û têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî.

Hesen Qamişlo diyar kir ku dewleta Tirk bi hevkarên xwe yên faşîst û komên terorîst û selefî hewil dide qirkirina fîzîkî li Bakurê Sûriyê ango li ser gelê Kurd pêk bîne.

Hesen Qamişlo got ku armancên dewleta Tirk tenê dijminahiya gelê Kurd û Kurdistanê ye û dixwaze gelê Kurd li ser rûyê erdê tine bike û tevî vê jî hemû hêzên cîhanê çavê xwe ji qirkirina gelê Kurd a faşîzma tirk re digirin.

ENDAMÊ FERMANDARIYA GIŞTÎ YA QSD’Ê, HESEN QAMIŞLO:
EMERÎKA LI HEMBERÎ KURDAN XIYANETA SEDSALÊ KIR

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê destnîşan kir ku di şerê li bakurê Sûriyê de, di serî de Emerîka û koalisyona navnetewî xiyaneta sedsalê li hember kurdan pêk anîn.

Hesen Qamişlo got:

“Dewleta Tirk a dagirker ciwanên Ereb bikar tîne û bê armanc têne kuştin.

ENDAMÊ FERMANDARIYA GIŞTÎ YA QSD’Ê, HESEN QAMIŞLO:
DEWLETA TIRK QEHREMANIYA XWE BI XWÎNA CIWANÊN EREB DIKE

Ew têne kuştin û eskerên tirk jî sûretê xwe dikşînin û di medya xwe de belav dikin, qehremaniyê li ser xwîna ciwanên Ereb dikin.

Heta niha bi kêmanî hezar û 800 çete hatine kuştin û hemû jî zarokên malbatên li Sûriyê ne.”

Hesen Qamişlo diyar kir ku şerê heyî ne şerê Kurd û Ereban ne, lê şerê hemû gelan li dijî dewleta Tirk a dagirker e û bang li malbatên Ereb kir ku li zarokên xwe xwedî derbikevin û nekevin xefikên dewleta Tirk.

ENDAMÊ FERMANDARIYA GIŞTÎ YA QSD’Ê, HESEN QAMIŞLO:
DIVÊ YEKÎTIYA NETEWÎ AVA BIBE Û GELÊ ME BI HÊZÊN XWE RE BIBIN YEK

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Hesen Qamişlo ji bo pêşîgirtina qirkirina Kurdan banga yekîtiya netewî kir û xwest ku gel bi hêzên xwe yên leşkerî re bibin yek.

Hesen Qamişlo weha got:

“Ev şoreş bi xwîna hezaran qehremanan mohra xwe li dîrokê xist.

Ev şoreş wê bibe mijarên bi hezaran çîrok û pirtûkan û ev yek ji niha ve pêk tê.”

Leave a Reply

Back to top button