Mîtan Qamişlo: Armanca dewleta Tirk dagirkirina Til Temir e

Fermandarê QSD’ê yê eniya navçeya Til Temirê Mîtan Qamişlo agahiyên dawî yên derbarê êniya Til Temirê de dan û got,”Artêşa Tirk a dagirker bê navber êrîşî Til Temirê dike û hewl dide navçeyê dagir bike.” Fermandarê QSD’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin. 

Artêşa Tirk a dagirker piştî dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê dixwaze herêmên ku dagir kirine berfireh bike û tevî agirbesta ku bi Emerîkayê re kiribû bê navber êrîşên xwe didomîne.

Di rojên dawî de li dijî navçeya Til Temirê êrîşên dijwar rû.

Fermandarê QSD’ê yê êniya navçeya Til Temirê Mîtan Qamişlo destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û bê mirov, tank, top û panzeran êrîşî navçeyê dike.

Fermandarê QSD’ê Qamişlo diyarkir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawî de bê navber êrîşî gundên Erîşa, Ezîziyê, Dawudiyê, Mehmûdiyê û Qasimiyê yên Til Temirê dikin.

Fermandar Qamişlo da zanîn ku şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersîva van êrîşan dane, gelek êrîş şikandine û hêjmareke zêde wesaîtên doçkabarkirî û tankên dewleta Tirk a dagirker teqandine.

Fermandarê QSD’ê anî ziman ku ji bo van êrîşan bişkînin piştgiriya gel jî girîng e û bang li gel kir ku li gel şervanên QSD’ê xaka xwe biparêzin û li dijî êrişên dagirker bisekinin.

Leave a Reply

Back to top button