UNICEF: Divê welatên cîhanê zarokên xwe vegerînin

Rêxistina NY a zarokan UNICEF bang li welatên cîhanê kir ku zarokên welatiyên xwe yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî ne, vegerînin.

Rêxistina NY a zarokan UNICEF bi bîr xist ku ji 60 welatên cuda, nêzî 28 zarokên çeteyên DAIŞ’ê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî hene.

Rêxistinê hişyarî da ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê, dihêle rewş aloztir bibe, ji lew re divê hemû hikumet zarokên welatiyên xwe bigirin.

Heya niha, gelek welat, nemaze yên Ewropî vegera welatiyên xwe yên çete, her wekî endamên malbatên wan jî red dikin.

Weke tê zanîn, hejmarek mezin a çeteyên DAIŞê û emdamên malbatên wan li girtîgeh ê kampên Rêveberiya Xweser de ne, heya niha jî hejmareke biçûk a zarokan hatine vegerandin.

Leave a Reply

Back to top button