Dewleta Tirk idia kir ku xwişka El-bexdadî girtin e

Piştî ku ku bi kuştina serçeteyê DAIŞ’ê El-Bexdadî re hevkariya Tirkiye û DAIŞ’ê careke din kete rojevê, dewleta Tirk hewl dide bi hin nûçeyan vê tewanbariyê li ser xwe rake.
Berpirsên dewleta Tirk îdîa kirin ku wan xwişka el-Bexdadî li Ezaza di bin kontrola dewleta Tirk de girtin e.

Piştî ku serçeteyê DAIŞ’ê El Bexdadî li Idlîbê, li herêma di bin kontrola dewleta Tirk de bi hevkariya QSD’ê û Emerîkayê hate kuştin, dewleta Tirk hewl dide têkîliya xwe ya bi DAIŞ’ê re veşêre.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, ku dispêrê berpirsekî payebilind ê Tirk, xwişka serçeteyê DAIŞê Ebû Bekir el-Bexdadî li bajarê Ezazê li gel hinek endamên malbata wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin.

Li gorî agahiyên berpirsê Tirk, ev kes li Ezazê di serdegirtina malekê de hatine girtin û niha li Tirkiyê tên lêpirsînkirin.

Serokê Wezareta Ragihandinê ya Serokkomariyê Fahrettîn Altun jî paşê di twîtterê de ev nûçe piştrast kir.

Lê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan destnîşankir kir ku istixibarata Tirkiyê cihê xwişka El Bexdadî ji berê ve dizanîbû.

TIRKIYE HEVKARIYA XWE BI DAIŞ’Ê RE VEDIŞÊRE
DELÎLÊN HEVKARIYA TIRKIYÊ Û DAIŞ’Ê ZÊDE DIBIN

Piştî ku DAIŞ’ê li Sûriyê di encama têkoşîna şervanên QSD’ê de têk çû, serçeteyê DAIŞê El-Bexdadî reviya hembêza Tirkiyê ango xwe li Idlibê bi cih kir.

Li ser vê mijarê, Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî diyar kiribû ku wan demeke dirêj, El-Bexdadî şopandin e û agahiyên istixbaratî yên der barê wî de kom kiribûn, pêşkêşî hêzên Emerîkî kirine.

Çavdêr dibêjin, gava hêzên Emerîkî li Idlîbê êrîşî navenda wî dikir, El Bexdadî hewl dida bireve Tirkiyê.

Piştî el-Bexdadî jî, berdevkê DAIŞ’ê Ebû Hesen El-Muhacir li Cerbilusê hat kuştin.

Li deverên di bin dagirkeriya Tirk de kuştin û hebûna van serçeteyan, delîlên hevkariya Tirkiye ya bi DAIŞ’ê re zêdetir kirin.

Nexasim, li gorî agahiyan, halê hazir û bi belege, 30 serçeteyên DAIŞ’ê cihê xwe di nava êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî de digirin û hewl didin hevalên xwe yên di zindanên herêmê de serbest berdin.

Leave a Reply

Back to top button