Wê perwerde wek berê bidome, ji koçberan re jî amadekarî tên kirin

Deriyê dibistanên bajarê Kobanê ji derveyî yên li ser xeta sînor, careke din ji xwendekaran li xwendekaran hate vekirin.
Her wiha xwendekarên Girê Spî û Serê Kaniyê jî wê di kampê ku lê dimînin de xwendina xwe bidomînin.

Ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî ev demeke dibistan hatibûn rawestandin.

Lê Desteya Perwerdê ya Herêma Firatê roja yekşema borî biryarnamek derxist tê de bang li kadroyên perwerdê kir ku ji roja Duşemê de deriyên dibistanan vekin.

Dibistan roja Duşemê hatin vekirin û şagirtan îro dest bi perwerdê kirin.

Hevseroka Desteya Perwerdê ya li herêma Firatê Nisrîn Şêx Keyad dazanîn ku li Kantona Kobanê 496 dibistan hene û li derveyê hin dibistanên li ser sînor, hemû dibistan niha vekirîne û 90 hezar xwendekera perwerde dibînin.

Her wiha 426 dibistan ji ber dagirkeriya dewleta tirk deriyên xwe li perwerdehiya 51 hezar xwendekaran girtin e.

Nisrîn Şêx Keyad eşkere kir ku ew plan dikin ku perwerdehiya xwendekaran di kampên ji bo koçberên Serê Kaniyê û Eyn Îsa hatine amadekirin de bidomînin.

 

Leave a Reply

Back to top button