Komîteya Bawerî û Gelan a Mezopotamya, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li her kesî kir ku roja pêncşemê li bajarê Kolnê ya Almanyayê tevlî mîtînga ku were lidarxistin, bibin.
Komîteya Bawerî û Gelan a Mezopotamya li ser navê NAV-YEK, CÎK, Yekîtiya Asûrî-Sûryan û FEDA’yê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk ku ol û baweriyê ji bo armancên xwe yên desthilatiyê bikar tîne, çekên li gelemperiya cîhanê qedexekirî bikar tîne û êrîşî kesên li ber wan serî netewîne dike.
Komîteya Bawerî û Gelan a Mezopotamya got,
Roj roja edalet, parastina wekhevî û dengê mezlûman a gihandina tevahî cîhanê ye.
Her wiha bang li her kesî hat kirin ku roja Pêncşemê saet 17:00’an tevlî mîtînga ku wê li pêşiya Dêra Dom a Kolnê bibin kir.