Polayên Swêdê sûcdarên şer li Sûriyê diparêze

“Polayên Swêdê sûcdarên şer li Sûriyê diparêze.”
Kovara Kvartal a li Swêdê bi vê sernûçeyê dest bi rapora xwe ya berfireh dike.
Kovara Kvartal desnîşan dike ku wesayitên zirxî yên ji polayên Swêdê tên çêkirin, li Rojava di êrîşên li dijî Kurdan de tên bikaranîn.

Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde êrîş şermezar kiribû û ji bo pêkanîna ambargoya çekan a li dijî Tirkiyê mijar biribû rojeva Yekîtiya Ewropayê.

Lînde îdîa kiribû ku Swêdê di salên dawî de çek û alavên çekan nefirotiye Tirkiyê, tenê alavên alîkariya lezgîn firotiye.

Lê belê kovara Kvartalê di encama lêkolîneke berfireh de eşkere kir ku “LKAB” ku saziyeke dewletê ye cewherê hesin û şirketa “SSAB” ku dewlet hevkarê wê ye, berhemên ji pola firotine Tirkiyê.

Li gorî belgeyên SSAB’ê ku kovara Kvartalê wergirt, polayê Armox ê hate firotin li Tirkiyê ji şîrketa Otokar Cobra re hatiye pêşkêşkirin ku ew şirket wesayita zirxî ya bi tîpa Cobra çêdike.

Kovara Kvartal bi dîmenan jî nîşan da ku wesayitên zirxî yên Cobra li Sûriyeyê li dijî hêzên Kurdan hatine bikaranîn.

Leave a Reply

Back to top button