ANHA’yê rewşa dawî ya gundê Mesûdiyê şopand

Piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şervanên QSD’ê gundê Mesûdiyê yê Girê Spî ji çeteyan paqij kir.
Piştî ku şêniyên gund vegeriyan malên xwe, şervanan pêdiviyên gundiyan jî bi cîh anîn.

Şervanên QSD’ê danê sibehê gundê Mesûdiyê yê başûrê rojhilatê Girê Spî, ku dikeve sêkoşeya rêya stratejîk a M4 ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker rizgar kirin.

Şêniyên gund diyar kirin ku, çeteyên dewleta Tirk piştî ku ketine gundê wan, malên wan talan kirine.

Şervanê bi navê Cesûr Cezrawî diyar kir ku tevî gundê Mesûdiyê, çeteyên dewleta Tirk êrişî gundên derdora rêya stratejîk a M4 dikin.

Şervanan pêdiviyên gundiyan yên xwarin û vexwarinê jî bi cîh anîn.

Kamîreya ANHA’yê piştî gund ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate paqijkirin li gund bû.

Leave a Reply

Back to top button