Misirê bang li Emerîkayê kir: Dagirkeriya Tirk a li Sûrî bi dawî bike

Misirê careke din li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî nerazîbûn nîşan da. Hikumeta Misirê bang li Emerîkayê kir ku dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bike.

Wezîrê Derve yê Misirî Samih Şukrî li Waşingtonê li gel şêwirmendê Qesra Spî Jared Kushner re civiya.

Şukrî di civînê de bang li rêveberiya Emerîkayê kir ku ji bo “rola xerabker” a dewleta Tirk ya li Bakûrê Sûrî, sînorekî deyne.

Her weha wezîrê Misirî xwest ku dagirkeriya dewleta Tirk a ne-rewa li bakurê Sûrî bi dawî bibe.

Wezîrê Karê Derve yê Misirê berê jî ji rayedarên Emerîkî re diyarkiribû ku divê dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bikin, destûr nedin guhertina demografiyê û li gorî biryara Konseya Ewlehiyê dest bi pêvajoya siyasî bikin.

Her weha Misir yek ji welatên destpêkê ye ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî helwesta xwe nîşan da û banga bidawîkirina dagirkeriya wê kir.

Leave a Reply

Back to top button