Şervanên Asûrî:Yyên êrîşî me dikin, DAIŞ in

Şervanên Hêzên Zerevanên Xabûr a Asûrî, gotin ku yên niha êrişî gundên wan dikin, heman çeteyên DAIŞ’ê ne ku di sala 2015`an de, êrişî gundên Asuriyan kiribûn.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li navçeya Til Temirê gundên Asûrî û Ermenan topbaran dikin.

Pêkhateyên Asurî û Ermen bi tirs û fikar in ku careke din li dijî wan komkujiyek pêk were.

Şervan Bort Xoşaba diyar kir ku piştî herêm ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin, rewş aram û bi ewle bû, lê êrîşên dewleta Tirk her tişt xirab kir.

Xoşaba got, “Behsa herêma ewle dikin. Çawa dibe ku xelkên vê herêmê yên bi aramî û ewlehiyê dijîn derxin û çeteyan li şûna wan bicih bikin û bibêjin ev herêma bi ewle ye. ”

Bort Xoşaba destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê û yên ku navên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusre û “Artêşa Surî ya Niştmanî” li xwe kirine yek in û hemû jî terorê dikin.

Şervan Nohya Dwar jî anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk jiyana wan a aram xirakirine û dest bi şer û kuştine kirine.

Şervanê ji gundê Til Nesriye ya Asûrî ya Til Temirê Sergon Salyom jî got:

”Yên êrîşî me dikin ew in, heman DAIŞ`î ne. Tenê rihên xwe sivik kirine û navên xwe guhertine. “

Leave a Reply

Back to top button