Senatorê Emerîkî Menedez: Divê Erdogan ne hevkarê me be

by ehmad aseed
186 views
Senatorekî Emerîkî Menendez, bang li Emerîka kir ku têkiliyên xwe bi Tirkiyê re qut bike. Menendez xwest, dewleta Tirk ji bo binpêkirinên xwe yên li Sûriyê pêk tîne, were cezakirin.

Senatorê Emerîkî Bob Menendez di meclisa senatoran de axivî û bang li Emerîkayê kir ku careke din têkiliya xwe bi Enqereyê re di ber çavan re derbas bike.

Menendez got, “Mixabin Tirkiye di bin hikumê Erdogan de ye û ti nirxên hevkariyê li cem wî tune ye.. Ji lew re, heya Tirkiye di destê wî de be, divê ne welatekî hevkar be.”

Senatorê Emerîkî, hevkariya Emerîkayê ya bi QSD’ê re jî nirxand û diyar kir ku Emerîka bi rêya QSD’ê dikare li herêmê berjewendiyên xwe bi hevkarên xwe yên rastîn biparêze.

Senatorê Emerîkî Menedez: Tirkiye mafên mirovan binpê dike

Her wiha senatorê Emerîkî, bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk a li Sûriyê jî û diyar kir ku ew ê raporekî pêşkêşî Kongresa Emerîkî bike.

Di dawiyê de, senatorê Emerîkî got, “Niha dem ew dem e ku em ji kirînên Tirkiye yê ne baş re sînorekî deynin.”