Danîmarkayê biryar girt êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê

Danîmarkayê biryar girt ku êdî çek û cebilxaneyê nefiroşe Tirkiyeyê û Tirkiye hişyar kir ku ji herêmên Rojavayê Kurdistanê ku dagirkiriye vekişe.

Lîsteya Yekîtiyê û Partiya Çep a Sosyalîst ji bo ambargoya çekan a li dijî Tirkiyê pêşnûmeyek pêşkêşê parlementoya Danîmarkayê kiribû.

Pêşnûme li Parlamenta Danîmarkayê hate nirxandin û biryar hate girtin ku êdî çek û cebilxane ji bo Tirkiyê neyên firotin.

Di encamê de li hev hate kirin ku şîrketên Danîmarkî çekan nefiroşin Tirkiye.

Her wiha parlenetoya Danîmarkayê bang dewleta Tirk kir ku xwe ji herêmên Kurdan ên dagirkirî vekişîne.

Parlamentera Lîsteya Yekîtiyê û Berdevka Polîtîkaya Derve Eva Flyvholm ku pêşengî ji pêşnûmeyê re kirî got:

Pêşnûme bi yekdengî hatiye pejirandin û ev yek ji bo min serbilindî ye.

Leave a Reply

Back to top button