Associated Press: Trump nûbelavkirina leşkerên xwe li Sûriyê erê kir

Emerîka hewl dide hêzeke xwe ji bo parastina petrolê li Sûriyê bihêle, Rûsya jî li dijî vê yekê derdikeve.

Ajansa Associated Press a Emerîkî ragihand ku serokê Emerîkayê Trump li ser firehkirina misyona xwe ya leşkerî li Sûriyê ji bo parastina petrolê erê kiriye.

Ajansê anî ziman ku ev biryara piştî civînekê bi wezareta parastinê ya Emerîkî re hat.

Li gorî plana Trump a nû, wê hêzên Emerîkî herêmên QSD’ê biparêze, lê heya niha hejmara leşkerên vê misyonê nehatiye destnîşankirin.

Ji aliyê xwe ve jî, senatorê Emerîkî Tim Kaine ev biryar bi “misyona xapînok” bi nav kir û diyar kir ku Trump xiyaneta Kurdan kir û ji dêvla wan biparêze wê leşkeran ji bo parastina petrolê bişîne.

Rûsya jî dîsan nerzaîbûna xwe ji vê yekê nû kir û li ser zimanê cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê ragihand ku Moskow hewldanên Waşington ji bo parastina petrolê li bakur û rojhilatê Sûrî tiştekî ne rewa û ne qaûnî dibîne.

 

Leave a Reply

Back to top button