Balafirên artêşa dewleta Tirk gundên navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên bê mirov ên artêşa dewleta Tirk gundên navçeya Zaxo ya Dihoka Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Balafirên bê mirov ên artêşa Tirk, derdora saet 10’ê sibehê gundên bajaroka Batûfa û Derkarê yên navçeya Zaxo ya Dihokê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, balafirên bê mirov gundên Evle, Pîvalan, Şeraniş yê Xirîstiyanan, Bosalê, Mela Erebî, çiyayê Xantûr û Dêrê bombebaran kirin.

Têkildarî zirer û ziyanên êrîşên dewleta Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Her wiha di nava 2 rojên derbas bûyî de balafirên dagirkeriyê herêma Şengalê bombebaran kiribû, di encamê de 3 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê birîndar bibûn.

 

Leave a Reply

Back to top button