Rêveberiya Xweser: Divê komîteya lêpirsîna çekên Qedexekirî were avakirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz kir ku ji bo rastiyên bikaranîna çekên qedexekirî eşkere bike, komîteya lêpirsînê bê avakin.

Boruya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li Bakûr û Rojhilatê Sûrî, êrîşên dagirker yên rû didin, civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Civîn, li navenda buroyê ya Qamişlo hate lidarxistin.

Hevserokê Buroyê Abdulkerîm Umer daxuyanî da û destnîşan kir ku li Serê Kaniyê li dijî sivîlan bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, li gorî qanûnên navdewletî divê bê lêpirsînkirin û darizandin.

Umer got, “Bikaranîna çekên qedexekirî, binpêkirineke eşkere ya qanûn, peyman û pîvanên navdewletî ne û pêwistî bi avakirina komîteya lêpirsîn û hesabxwestinê heye.”

RÊVEBERIYA XWESER: EM HELWESTA RÊXISTINA OPCW’ ŞERMEZAR DIKIN

Ebdulkerîm Umer destnîşan kir piştî ku rayedarên dewleta Tirk fosfora spî bikaranîn 30 hezar euro dan Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî-OPCW û diyarkirin ku ev tesadûfî nîne.

Rêveberiya Xweser, bang li tevahî sazî û rêxistinên pispor kir ku helwest û xebatên xwe eşkere bikin û wiha got:

Em banga pêwîstiya tevgera lezgîn dikin ku mijarê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi rêbazên erzan û ne qebûlkirî derbas nekin.

Em hewldanên dewleta Tirk ên veşartina sûc û qedexekirina avakirina komîteya lêpirsînê ya navdewletî bi rêya dayîna 30 hezar euro ji Rêxistina Qedexekirian Çekên Kîmyawî-OPCW re, şermezar dikin.

Rewşên ku piştrast dikin çekên kîmyewî yên qedexe hatine bikaranîn, divê ji çavderiyên bijîşkî û qanûnî re derbas bibin û piştre dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar û ceza bikin.

RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ KOMÎTEYA LÊPIRSÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ WERE AVAKIRIN

Piştî daxuyaniyê Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa wêneyên der barê bikaranîna çekên qedexekirî yên dewleta Tirk a dagirker de nîşan dan.

Ciwan Mistefa bang kir ku berî bermahî û belgeyên bikaranîna çekên qedexekirî wenda bibin, bi awayekî lezgîn komîteyeke lêpirsînê were avakirin.

Leave a Reply

Back to top button